Hakan Çopur
25 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2024
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump biryara Serok Joe Bîden a ku cezayê îdamê yên 37 girtiyan bi cezayê hepsê ya heta hetayî va guherand rexne kir û diyar kir ku ew ê bi biryarî cezayê îdamê bidomîne.
Trump bertek nîşanî biryara Bîden a ji bo sivikkirina cezayên hin girtiyên li ber îdamê da.
Trump li ser tora civakî ya Truth Socîalê daxuyand ku nayê qebûlkirin ku Bîden cezayê îdamê yên 37 girtiyan bi cezayê hepsê ya heta hetayî va guherand û destnîşan kir ku ev yek li hemberî malbatên mexdûran bêhurmetî ye.
Trump wiha got: "Joe Biden cezayê îdamê yê 37 kujerên herî xirab ê li welatê me sivik kir. Dema ku hûn sûcên her yekî yên ku kirine bibihîzin, hûn ê bawer nekin ku wî çawa ev biryar daye. Ev biryareke bêwate ye. Xizmên mexdûran û hevalên wan zêdetir bandor dîtin. Ew bawer nakin ku ev yek pêk çêbû."
Trump anî ziman ku dema ew dest bi serokatiyê bike ew ê bi biryarî cezayên îdamê bidomîne.