Şerife Çetin
13 Nîsan 2025•Rojanekirin: 14 Nîsan 2025
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo hevdîtinên bi Îranê ra tên meşandin wiha got, "Bi min xirab derbas nabin. Lêbelê heger encam neyê sitandin tu giringiya wê tuneye."
Trump di balafira Air Force Oneê da daxuyanî da çapemeniyê.
Trump bal kişand ku li seranserî cihanê gelek şer û pevçûn hene û wiha got, "Van nêzîkan der barê hin şer û pevçûnan da xeberên me yên xweş dê hebin."
Trump ji bo hevdîtinên bi Îranê ra tên meşandin jî wiha got, "Bi min xirab derbas nabin. Lêbelê heger encam neyê sitandin tu giringiya wê tuneye."
Trump got ku ji ber vê çendê ew naxwaze der barê mijarê da bêtir biaxive û her wiha ji bo hevdîtinên di navbera Rûsya-Ukraynayê da jî got ku "xirab derbas nabin."
Trump got ku di demeke nêzîk da der barê hevdîtinên Rûsya-Ukraynayê da bêtir zanyarî dê derkevin holê û wiha got, "Ji gavekê bi şûnda divê tu yan destê xwe têxî bin kevir û yan jî divê tu xwe kerr bikî. Em ê bibînin bê ka çi dibe lê bi min niha kar û bar baş dimeşin."
- Qesra Spî: Hevdîtinên bi Îranê ra gelekî pozîtîf û erênî bûn
Qesra Spî ragihand ku hevdîtin ku bi Îranê ra li Umanê hatin kirin "gelekî pozîtîf û erênî" derbas bûn.
Qesra Spî der barê hevdîtinên Amerîka-Îranê da daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump yê berpirsê ji karûbarê Rojhilata Navîn Steve Witkoff bi mazûvantiya Bedr bîn Hamed el-Busaîd da bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî ra hevdîtin kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Hevdîtin gelekî pozîtîf û erênî derbas bûn" û hat ragihandin ku Wîtkoff ji Eraqçî ra telîmata Serok Trump a wekî "pirsgirêkên di navbera herdu welatan da bila bi diyalog û dîplomasiyê" bên çareserkirin, ragihand.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku pirsgirêkên di navbera herdu welatan da aloz in û hat destnîşankirin ku Wîtkoff ji bo êeywendiya rasterast ji bo herdu aliyan jî pêngaveke wisa ye ku dê encamên erênî derxîne holê.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku alî dê di 19ê nîsanê da dîsa hevdîtinê bikin.