Haydar Şahin
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
WASHINGTON
Serokê DYAyê Donald Trump got heke Koreya Bakur tehdîdên li dijî DYAyê bidomîne ew ê bi xezeb û hêrseke ku hetanî nika nedîtiye ra rû bi rû bimîne.
Trump li kuluba golfê ya li New Jerseyê ya ku lê tetîlê dike daxuyanî da rojnamevanan.
Trumpê Serokê DYAyê bangî Koreya Bakur kir ku bira dev ji tedîdên li ser DYAyê berde, heke guh nede vê bangê Pyongyangê bi xezeb û hêrseke ku hetanî nika nedîtiye ra rû bi rû bimîne û wiha got: "Dibê Koreya Bakur ji bo rindiya xwe DYAyê tehdîd neke. Ew ê bi xezeb û hêrseke ku hetanî nika dinyayê nedîtiye ra rû bi rû bimîne."
Trump diyar kir ku Kîmê serokê Koreya Bakur zehf tehdîdkar e û got, "We ku ez dibêjim ew ê bi xezeb û hêrseke ku hetanî nika dinyayê nedîtiye ra rû bi rû bimîne."
Trump piştî xebera rojnameya Washington Postê ya îdia dike ku Pyongyangê di rêya hêza nukleerê da gaveke mezin avêt û serê fûzeyan ên nukleerê çêkir eva daxuyaniya da.
Rojnameyê di xebera xwe da îstixbarata Amerîkayê wek çavkanî nîşan da û îdia kir ku Ajansa Îstixbarata Parastina DYAyê (DIA) tesbît kiriye ku di destê rêveberiya Koreya Bakur da 60 seriyên nukleerê yên şer hene.