Sevim Hatun
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
NEW YORK
Nûnerên civakên sivîl ên misilmanên li DYAyê bang li Serokê DYAyê Donald Trump kirin gotin li hemberî êrîşa ser mizgefta li Minnesotayê bê deng nemîne, bûyerê şermezar bike.
Serokê DYAyê Trump piştî êrîşa li ser Navenda Îslamê ya Dar Al-Farooq a li herêma Bloomingtonê ku danê sibê hat kirin û di ofîsa melayê mizgeftê de xisar çêbû, bêdeng ma. Ji ber vê yekê serokên civaka misilmanên li DYAyê bertek nîşan da.
Berdevkê Konseya Têkiliyên Îslamê yê Amerîkayê (CAIR) Îbrahîm Hooper wiha got: "Bêdengiya berpirsên kamuyê baş nîne, ji ber vê yekê wê dijminê îslamê zêde bibin."
Serokê Civata Misliman Amerîka ya Minnesotayê Asad Zaman jî got: "Em miraq dikin, gelo serok Trump çima ji bo vê meseleyê Tweet neavêt."