Önder Beyter
02 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2019
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo lêpirsîna ezilkirinê ku der heqê wî da hatiye vekirin wiha got, "Ez digihîjim wê encamê ku ya niha diqewime ne ezilkirin, belê derbeyek e."
Piştî îdiayên ku Trump di peywendiya xwe ya ligel Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ya li ser têlefonê da zext li vî welatî kiriye ku der heqê hevrikê wî yê Demokrat Joe Biden da lêpirsîn were vekirin, der heqê Trump da li Amerîkayê lêpirsîna ezilkirinê hatibû vekirin. Herwiha Trump jî li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser mijarê daxuyanî da.
Trump di parvekirina xwe da wiha got, "Dema ez li ser vê mijarê (lêpirsîna ezilkirinê) roj bi roj tiştên nû hîn dibin, ez digihîjim wê encamê ku ya niha diqewime ne ezilkirin, belê derbeyek e. Armanca vê derbeyê ew e ku hêz, deng, azadî, mafên destûrî û dîn, esker, dîwarên sînor û wekî welatiyê Amerîkayê mafên hemwelatiyê yên gel, ku dayîna Xwedê ye, ji holê rake."
- Lêpirsîna ezilkirina Trump
Peywendiya têlefonê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy ya di tîrmehê da bûbû sedem ku Demokratên di Kongreya Amerîkayê da li dijî Trump lêpirsîna ezilkirinê vekin.
Hatibû îdiakirin ku Trump di peywendiya bi têlefonê ya bi Zelenskiy da ji vî welatî xwest ku der heqê kurê Joe Bidenê namzedê namzediya serokatiyê ji Partiya Demokrat da lêpirsînê veke. Trump jî li ser van îdiayan gotibû ku xeberdana wî û Zelenskiy bi temamî li gor usûl û qaîdeyan bû û wiha gotibû, "Ne girîng e ku min bi Zelenskiy ra çi xeberda. Divê hinek li ser Bîden lêkolînê bikin."
Herwiha li gorî çapemeniya Amerîkayê, Trump ji serokê Ukraynayê ra gotiye ku heger hûn li ser Bîden û malbata wî lêpirsînê vekin, ew ê alîkariyê bide wan û li ser van îdiayan Demokratan lêpirsîna ezilkirinê dabûn destpêkirin. Trump jî gotibû ku beriya axaftina têlefonê, alîkariya bi 400 milyon dolarî ya ji bo Ukraynayê hatibû sekinandin.
Qesra Spî jî qeyda axaftinê ya nivîskî parve nekiribû û îdia kiribû ku eleqeya mijara alîkariyê û xeberdana têlefonê bi hev ra tuneye.