HEWLÊR
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Xelîd Ezîzî ragihand em dixwazin ku birêvebiriya Tehranê jî pêvajoyeke wekî pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê bide destpêkirin.
Ezîzî li navçeya Koyê ya Hewlêrê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û der barê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê de wiha got: "Tirkiye dixwaze ku bi rêyên aştiyane mijara kurdan çareser bike. Ev tişteke gelek baş e. Em di vê pêvajoyê de heta dawiyê piştgirî didin hikûmeta Tirkiyeyê."
Ezîzî ragihand em dixwazin ku welatê me jî Tirkiyeyê ji xwe re bike mînak û wiha axivî: "Rayedarên îranî salek beriya niha ji bo ku mijara kurdan çareser bike înîsiyatif girtin. Lê belê tu pêşketin çênebû. Em dixwazin ku Îran Tirkiyeyê ji xwe re bike mînak."
"Ya ku Tirkiye dike bikin"
Ezîzî destnîşan kir ku gelek girîngî didin pêvajoya çarseriyê û hewldana demokratîkbûnê ya ku hikûmeta AK Partiyê da destpêkirin û wiha axivî:
"Îran heke destûrê bide xebatên partiyê û ji bo civaka sivîl derfetan bide em mecbûr namînin ku çekan bi xwe re bigerînin. Serokomar Hesen Rûhanî di heyama bangeşeya hilbijaritnê de hin weed dan û got ku dê hin madeyên Destûra Bingehîn de verastkirinê bike. Li gor van verastkirinan dê pêşiya partiyan bihata vekirin û xebatên polîtîk dê hêsantir bihatana kirin. Lê belê tu geşedan çênebû. Birêvebiriya Îranê bi saya aliyên sêyemîn bi me re ket têkliyê û xwest ku daxwazên me hîn bibe. Me jî vê got, 'Em ne dikarin dewleta Îranê xira bikin, ne jî Îran dikare gelê kurd ji holê rake. Mijara kurdan mijareke siyasî ye û çareserî hewce dike. Ya ku Tirkiye dike bikin. Wana kir hûn li paş man."
Ezîzî daxûyand dibe ku li Îraqnê bûyerên şîdetê ji nû ve destpêbikin lê hemberê vê îxtîmalê di helwesta wan de tu tişt neguheriye û wiha axivî: "Di helwesta çalakiya sînordar de tu guherîn çênebû. Bûyerên di van demên dawîn de jî ji ber ku leşkerên Îranê ji pêşmergeyên me re kemînê vedan derketin. Em êrîşî leşkerên Îranê nakin. Wek partî hêzên me hene, her wiha di nav welêt de jî bi hezaran endamên çekdar û alîgirên me hene. Hêza me wisa heye ku em dikarin ji nû ve dest bi têkoşîna çekdar bikin. Em wek birêvebiriya partiyê li ser hemû vebijêrkan nîqaşê dikin."
"Li Iraqê gotina dawî Îran dibêje"
Ezîzî li ser bandora Îranê ya li ser Iraqê sekinî û wiha axivî:
"Piştî Seddam hakimiyeta Îranê ya li ser Iraqê zêde bû. Li Iraqê gotina dawî Îran dibêje. Ez wisa difikirim ku li herêma Kurdistanê wiha nîne. Têkiliyên partiyên kurdan ên bi vî welatî re gelek normal e. Lê belê ew dixwaze ku ji aloziyên wir îstifade bike û bandora xwe zêde bike. Îran hewl dide bihêle ku dewleta şiiyan a li Bexdayê bimîne ser piyan. Digel vê yekê naxwaze ku Iraqê bihêle halê xwe de ji ber vê yekê pirsgirêk zêde dibin."
Ezîzî parast ku Îran digel Iraqê mudaxilê bûyerên li Yemen, Filîstîn, Lubnan û Sûriyeyê ye û gelan bi qeyranan mijûl dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Lê belê zû an dereng dê pirsgirêkên wekî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bipeqin Îranê jî. Heke ev bibe em naxwazin ku li Kurdistana Îranê valahî çêbe. Ji ber wê jî çareseriyek wekî çareseriya Tirkiyeyê divê bê tetbîqkirin."