Dildar Baykan Atalay
12 Hezîran 2026•Rojanekirin: 12 Hezîran 2026
ANKARA (AA) - Serokê DYAyê Donald Trump di bernameyeke ku beşdarî tê da kir da destnîşan kir ku Îran di warê nebûna xwediyê çeka nukleerî da mitabiq maye û got, "Me îro şerê bi Îranê ra bi dawî kir."
Trumpê ku beşdarî mîtîngeke televîzyonî ya ji bo Burt Jonesê namzedê waliyê Georgiayê bû û derbarê şerê bi Îranê ra daxuyanî da.
Trump got, "We bihîstiye nizanim, me îro şerê bi Îranê ra bi dawî kir. Razî bûn ku ewê ti carî nebin xwediyê çeka nukleerî ku ev jî ew mijar bû me îsrar dikir. Armanca me ev bû. Ji sedî 95ê armanca me ev bû."
Serokê DYAyê Trump daxuyandibû ku peyman gihîştiye asta "erêkirinê" ji aliyê Îranê va, êrîşên ku dihatin plankirin 11ê hezîranê bên kirin, betal bûne.