12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
WASHINGTON
Serokê Emrîkayê Donald Trump der barê êrişa bi fuzeyan a li dijî rejima Beşar Esed da got, "Em nakevin Sûriyeyê lêbelê min dît ku ji ber sîlehên kîmyayî yên ku hatin bikaranîn zarokên rindik di hembêza bavên xwe da dimirin. Ez wê çaxê li General Mattîs (Wezîrê Parastinê) geriyam û min jê pirsî ku gelo em dikarin çi bikin?"
Trump bû mêvanê bernameya "Mornings with Maria" ya ku bi destê Marîa Bartîromoyê tê amadekirin û di televizyona Fox Busînessê da tê weşandin.
Trump qala êrîşa li ser Baregeha Hewayê ya Şeryatê kir û got ku ev biryareke rast bû û dibê berê jî wextê ku sîlehên kîmyewî dihatin bikaranîn ev biryar bihata dayîn.
Herwiha destnîşan kir ku Emrîka li Sûriyeyê operasyoneke leşkerî a berfireh nafikire û wiha axivî: "Em nakevin Sûriyeyê lêbelê min dît ku ji ber sîlehên kîmyayî yên ku hatin bikaranîn zarokên rindik di hembêza bavên xwe da dimirin. Ez wê çaxê li General Mattîs (Wezîrê Parastinê) geriyam û min jê pirsî ku gelo em dikarin çi bikin?"
- "Min got dibê em teqez tiştekî bikin"
Serokê Emrîkayê bal kişand ser yekê ku li dinyayê tîranê herî nebaş jî motanî Esed bi sîlehên kîmyayî êrişî merivan nake, çaxê ku dîmenên êrişa bi sîlehên kîmyayî ya li ser Îdlibê temaşe kiriye gotiye "dibê em teqez tiştekî bikin".
Trump ji bo êrişa Esed got, "Ew heywanek e." û axaftina xwe wiha domand: "Wextê ku sîlehên kîmyayî û bombeyên warêlê biavêjin ser însanan wê çaxê merib dîmenên zarokên bênig, bêmil û bêrû dibîne."
Trump di mijara bikaranîna sîlehên kîmyayî da Barack Obama rexne kir û got, "Karê min kir dibê rêveberiya Obama jî bikira. Li gor min wê çaxê Sûriyeyê ji îro baştir bibûya."