12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Amerîka, Ingîltere û Fransayê pêşnûmaya biryarê ya "revîzekirî" ku êrişa kîmyayî ya dijî bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê şermezar dike û lêpirsînkirine êrişê dixwaze, jinûva pêşkêşî Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kirin.
Nûnerê Mayînde yê Ingîltereyê yê NYyê Matthew Rycroft di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê da ragihand ku Qraltiya Yekbûyî, Emrîka û Fransayê pêşnûmaya biryara KENYyê ya "revîzekirî" ku êrişa kîmyayî ya dijî bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê şermezar dike û lêpirsînkirine êrişê dixwaze, jinûva pêşkêşî welatên endam kirin.
Rycroft herwiha bangî hemû endamên KENYyê kir ku piştgiriya vê pêşnûmayê bikin da ku li Sûriyeyê pêvajoya siyasî were destpêkirin.
Piştî êrişa dijî bajarê Îdlibê ya ku tê da nêzîkî 100 kesî can dabû, 3 pêşnûmayên biryarê ji KENYyê ra hatibûn pêşkêşkirin.
Der heqê êrişa kîmyayî ya dijî bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê da pêşnûmaya ewil ku êriş şermezar dikir û ji bo tespîtkirina berpirsiyaran daxwaza vekirina lêpirsînê dikir, bi destê Emrîka, Ingîltere û Fransayê hatibû pêşkêşkirin. Rûsyaya ku pêşnûmaya welatên rojava wekî "nayê qebûlkirin" tewsîf kiribû, pêşnûmaya xwe ku şûna şermezarkirinê, "em pir bifikar in" lê nivîsîbû, pêşkêşî KENYyê kiribû.
Dîsa pêşnûmayeke din jî bi destê 10 endamên ne mayînde yên KENYyê yên hilbijartî hatibû pêşkêşkirin.
Welatên endaên KENYyê li ser hersê pêşnûmayan li hev nekiribûn û dengdayîn hatibû taloqkirin.