25 Adar 2017•Rojanekirin: 26 Adar 2017
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku pêşnûmaya sîgorteya sihetê ji ber kêmbûna rayên "erê" paşve kişand.
Trump di beyana da rojnameya Washington Postê da destnîşan kir "Zagona Xizmetên Sihetê yên Amerîkayê" (AHCA) dihat hêvîkirin ku wê îro li Meclisa nûneran bê erêkirin, ji rojevê derxistin.
Trump got ku li Qesra Spî bi Paul Ryanê Serokê Meclisa Nûneran a DYAyê ra hevdîtin kir û li ser hişyariya wî ya "Rayên erê niha têrê nakin" pêşnûma paşve kişandin.
Ji bo derbasbûna pêşnûmayê AHCAyê 216 rayên "erê" hewce dikir û di meclisê da 237 parlementerên Komarparêz û 193 parlementerên Demokrat hene.
Hemû parlementerên Demokrat li dijî pêşnûmayê bûn û ji Komarparêzan jî 27 parlementer li dijî vê pêşnûmayê bûn.
Rêveberiya Trump raydayîna ji bo AHCAya ku li bendê bûn şûna reforma sîgorteya sihetê ya bi navê Obamacarê tê zanîn bigire berê jî ji ber qisaweta rayên "na" taloq kiribû.