25 Adar 2017•Rojanekirin: 25 Adar 2017
LONDRA
Komîsyona Têkîliyên Derva ya Meclisa Qanûndanînê ya Nûnerên Gel (House of Commons) a şaxa bin Parlementoya Îngiltereyê der barê Tirkiyeyê da rapor weşand û qala potansiyela têkîliyên navbera Tirkiye û Îngiltereyê hat kirin.
Di rapora bi sernava "Tundî yan başbûn? Ji bo Tirkiyeyê wextê biryarê - Parlementer piştgiriyê didin rola îngilîz a erênî" da wek şirîkekî navneteweyî li ser girîngiya Tirkiyeyê sekinîn.
Rapor ji 79 rûpelan pêk tê û bi taybetî jî bal dikşîne ser têkilî û hevkariyên qada ewlehî, pîşeyê parastinê û bazirganiyê ya di navbera Îngiltere û Tirkiyeyê da.
Di raporê da tê gotin ku Tirkiye li herêmê hêzeke xurt e û navendeke girîng e û biryarên Tirkiye bide jî ji bo pêşeroja herêmê xwedîtesîr in.
Têkoşîna Tirkiye dijî DEAŞa rêxistina terorê dide û ji bo starbûna penaberan hewl û xebatên dike di raporê da cih girtin û di bicihbûna îstiqrarê ya li herêmê da jî rola Tirkiyeyê derxist pêş.
- Hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê
Hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê jî di raporê da cih girt.
Ji bo 15ê Tîrmehê hat gotin ku demokrasiya welêt hedef hat girtin û piştgiriya ku Îngiltereyê di vê meseleyê da, da Tirkiyeyê di cih da bû.