27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
NEW YORK
Serokê nû yê DYAyê Donald Trump ji ser hesabê xwe yê Twîtterê rexne li Neteweyên Yekbûyî (NY) girt û got ku ewder xwedî potansiyeleke mezine lê niha bi tenê wek kluba wext derbaskirinê ye.
Trump ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da got: "NY xwedî potansiyeleke mezine lê digel vê niha mirov li wê derê tên bal hev û wextê derbas dikin wek klubekê ev tiştekî pir xemgîne."
Donlad Trump berê jî bangkiribû ku bila biryara derbarê Îsraîlê ya di Konseya Ewlehiyê ya NYê da bê vetokirin lê ji ber ku DYA bêbiryar mabû biryar hatibû erêkirin û li ser vê jî wî daxuyaniya xwe da gotibû "dema em bên ser NYê piştî 20ê rêbendanê wê kar û bar cihê bin."