27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
MOSKOVA
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku qutiya reş a balafira Tu-154ê ya ketibû Behra Reş hat dîtin.
Di daxuyaniya wezaretê ya çapemeniya Rûsyayê da hat gotin ku serê sibehê qutiya reş a balafira ket nav Behra Reş hezar û 700 metre ji peravê dûr û 17 metre di bin behrê da derket holê. Hat gotin ku qutiya reş ji bo di demeke kurt da bê deşîfrekirin û lêkolîn li serê bê kirin wê bişînin Moskowayê.
Ji bilî vê hat destnîşankirin ku di lêgerîna li herêmê bênavber dewam dike da ekîban gelek perçeyên balafirê û cesedê 12 kesan jî derxistin.
Balafira ku cureya wê Tupolev Tu-154 e, ji Moskowayê bi firê ket, li Soçiyê sotemenî hilda û herwisa li gorî plansaziyê dê biçûya Sûriyê. Di balafirê da endamên koroyê yên ku dê li baregeha Himeymîmê ya ûris ya li Sûriyê konsera sala nû bidana, hebûn. Balafira ku cureya wê Tupolev Tu-154 e, piştî ku li Soçiyê bi firê ketibû, kurtedemek bişûnda li ser Behra Reş ketibû xwarê.