Hakan Çopur
26 Sibat 2025•Rojanekirin: 28 Sibat 2025
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy dê roja înê bê Qesra Spî û bi Ukraynayê ra peymana gewherên axê yên nadir îmze bikin.
Serokê Amerîkayû Trump di civîna kabîneyê ya ewil a ku li Qesra Spî li dar xist û bi diayê dest pê kir da der barê rojevê da nirxandin kirin.
Trump di destpêka axaftina xwe da da zanîn ku bi Rûsya û Ukraynayê ra hevdîtinên girîng kir û got ku "Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy dê roja înê bê, ev êdî diyar bû û em ê peymanek îmze bikin, dê peymaneke gelekî mezin be."