14 Mijdar 2019•Rojanekirin: 14 Mijdar 2019
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Niha di parlamentoyê de ji 50î zêdetir parlamenterên Kurd di partiya min de hene. Pirsgirêka me bi Kurdan ra tune."
Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Erdogan di destpêka axaftina xwe da ji ber mêvanperweriya wan spasiya Trump û jina wî Melanîa Trump kir û got ew li ser mijarên rojevê axivîn.
- "Dora 2 hezar û 200 DEAŞî di destê me de girtî an jî mehkûm in"
Serokomar Erdogan: Heger hûn dijî terorê şer nekin hûn ê sibê berdêlên mezin bidin
Erdogan wiha axivî: "Em li ser van mijaran wek hevdu difikirin ku divê têkiliyên Tirk-Amerîkan li ser zemîneke bihêz û dirust pêşva herin û hevkariya me xurttir bibe. Em bibiryar in ku di têkiliyên xwe da ji bo mutefîqiya me xurtir bibe em rûpeleke nû vekin. Me ji birêz Serok ra behsa têkoşîna dijî terorê ya ku li hemberî ewlehiya me ya neteweyî tê kirin, kir û îradeya xwe teyîd kir. Me behsa girîngiya têkoşîna hevpar a dijî DEAŞê kir. Wek ku tê zanîn piştî mirina Bexdadî çi yên ku xwestin li Sûriyeyê ji girtîgehê birevin, çi yên ku li welatê me, niha dora 2 hezar û 200 DEAŞî di destê me de girtî an jî mehkûm in."
Erdogan der barê mitabeqeta digel Amerîkayê da wiha got: "Em dibînin ku hinek derdorên ku sempatiya wan ji rêxistinên terorê heye, ji vê aciz in, hewl didin bi dezenformasyonan va fikrên raya giştî tevlihev bikin û têkiliyên me têk bibin. Tirkiye û Amerîka dikarin ji bo qedandina DEAŞê bi temamî û ji bo anîna aşitî û îstiqrarê li Sûriyeyê bi hev ra bixebitin. Ji bo çareseriyeke mayinde ji qeyrana Sûriyeyê ra bê kirin, em têkiliya xwe bi Amerîkayê ra didomînin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser Herekata Kaniya Aşitiyê ya ku Tirkiyeyê di 9ê cotmehê da dabû destpêkirin û wiha got: "Welatê me bi vê herekatê va derbeke giran li rojeva PKK/YPGyê ya li Sûriyeyê ya cudakar xist. Bi lihevkirina 17ê cotmehê va me derfeteke girîng bi dest xist ku em li Sûriyeyê hevkariyê pêşva bibin."
Em biryardar in ku bi Amerîkayê ra heyameke nû bidin destpêkirin
- "Pirsgirêka me bi Kurdan ra tune ye"
Serokomar Erdogan got PKK/YPGya rêxistina terorê ji bo ku mitabaqatê binpê bike êrîşên provokatîf ên li hemberî eskerên Tirk û sivîlan kiriye ku di nav 24 saetan da 10 taciz û êrîş pêk aniye.
Erdogan ji Serokê DYAyê Trump ra got, "Ewên ku hûn ji wan re dibêjin Kurd PYD/YPG ye. Ew rêxistinên terorê ne, ew sazî girêdayî PKKê ye. Ferhat Abdî Şahîn (Mezlûm Kobanî) di eslê xwe da kurê manewî yê Apoyê serokê rêxistina terorê ye. Niha di parlamentoyê da ji 50î zêdetir parlementerên Kurd di partiya min de hene. Pirsgirêka me bi Kurdan ra tune.
- "Me hişt ku 365 hezar Sûriyeyî li Cerablûsê vegerin axa xwe"
Erdogan got, "Di navbera 6 meh heta 2 salan de, em dikarin milyonek penaberî li Herêma Ewle û milyonekî jî li Reqa û Dêrazorê bi cih bikin. Me hişt ku 365 hezar Sûriyeyî li Cerablûsê vegerin axa xwe. Bi Herekata Kaniya Aşitiyê va êdî vegera bajar û gundan dest pê kir. Veberhênana ku me kir 40 milyon dolar e, mixabin ya ku ji Ewropayê hat tenê 3 milyar ewro ye."
- "Serokomar Erdogan jî weke me li dijî terorê têkoşînê dide."
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê hevdîtinê da wiha got: "Bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra me hevdîtineke gelek baş kir.
Trump behsa têkoşîna dijî terorê ya li Rojhilata Navîn kir û wiha axivî: "Serokomar Erdogan jî weke me li dijî terorê têkoşînê dide."
Trump eşkere kir ku rayedarên Tirk û Amerîkayî di mijara çareserkirina pirsgirêka F-35an de bi awayekî xurt dixebitin û wiha got: "Em hêvî dikin vê mijarê çareser bikin."
Der barê operasyona dijî Bexdadiyê serokê DEAŞa rêxistina terorê da Trump spasiya Erdogan kir ku wî alîkariya vê operasyonê kiriye
Ji bo têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê Trump got hevkariya Tirkiye û Amerîkayê ji bo NATO û Rojhilata Navîn hêzeke giring e.
Serokê Amerîkayê Trump anî ziman ku Tirkiye ji 4 milyon penaberî ra mazûmvaniyê dike, ji bo wan 40 milyar xerc kiriye, lê Ewropayê 3 milyar xerc kiriye.
Trump got di mijara penaberan de divê êdî Ewropa berpirsyariyê hilde li ser milê xwe, DEAŞiyên girtî yên li welatiyên Ewropayê ne jî divê bişînin Ewropayê.
Der barê Kurdan da Trump got tu pirsgirêkeke wan bi Kurdan ra tune, bi rêxistinên terorê ra pirsgirêkên wan heye û wiha dewam kir: "Têkiliya Serokomar Erdogan a bi Kurdan ra pir baş e. Li Tirkiyeyê gelek Kurd hene û derfetên wan ên curbicur hene."
Ji bo berdana xebatkarê NASAyê Serkan Golge Trump spasiya Erdogan kir.