Muhammet Kurşun
24 Mijdar 2017•Rojanekirin: 24 Mijdar 2017
ANKARA
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re bi telefonê xeber bide.
Trump li ser hesabê xwe yê şexsî yê Twitterê peyamek belav kir û tê de wiha nivîsand: "Ji bo çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn li ser min maye, ezê vê sibehê (bi seeta Amerîkayê) bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re xeber bidin. Ezê vê meseleyê safî bikim lê divabû ji serî ve xelet bû ku me heyat û dolar (6 trilyon dolar) winda kirin."
Amerîka bi 8 seetan li pey Tirkiyê ye.