Dildar Baykan Atalay
19 Mijdar 2026•Rojanekirin: 19 Mijdar 2026
Serokê DYAyê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn, di çarçoveya Lutkeya Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) da, ku li bajarê Şincinê yê Çînê tê lidarxistin, hevdîtin pêk anîn.
Her du rêberan beriya hevdîtinê destê hev girtin û poz dan kamerayan. Trump berî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku ew bi kelecan li benda civînê ye.
Trump wiha got, "Ev salên dirêj in peywendiyeke me ya bêhempa heye. Em ji mêj va hevdu nas dikin. Bi baweriya min ji vê yekê gelek tiştên pir baş dikarin derkevin holê, yan jî qet nebe dibe ku bibe destpêkekê."
Trump destnîşan kir ku di saetên pêş ên rojê da ew ê ligel Serokê Çînê Şî Cînpîng û Putîn hevdîtineke sêalî pêk bînin.