18 Hezîran 2019•Rojanekirin: 19 Hezîran 2019
Îfadeya terorîst H.M. yê ji Sûriyeyê yê ji ber PKK/YPGya rêxistina terorê li Gazîentabê der barê wî da doz hatiye vekirin nîşan dide ku têkiliya Amerîka û PKK/YPGya rêxistina terorê heye.
Di çarçoveya lêpirsîna PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku ji hêla Serdogeriya Komarê ya Gazîentabê hat meşandin da der barê terorîst H.Myê ji Sûriyeyê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya biçek" li Dadgeha Cezaya Giran a 9emîn doz hat vekirin. H.M. ji hikmên poşmaniyê sûd wergirt û îfade da.
Di îfadeya xwe da H.M got ew 6 sal berê hatiye Tirkiyeyê, lê ji ber ku bavê wî yê li Helebê maye nexweş ketiye ew cardin vegeriyaye Sûriyeyê, 2 mehan li wir maye û paşê çûye gundê Pendîra li ser Kobaniyê.
H.M. got terorîstên PKK/YPGyî di rê da wî dane sekinandin û bi zorê birine kampa rêxistinê û wiha dewam kir: "Li vir kesekî bi navê xwe yê kod 'Amed' em pêşwazî kirin. Navê kod "Erîş" li min kirin. Li vir 40 rojan me perwerdeya biçek û îdeolojîk dît. Di perwerdeyê da ji me ra digotin emê dewleta Kurdistanê ya ku bûye 4 perçeyan ava bikin. Dema digotin 4 perçe behsa Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dikirin. Der barê PKK û YPGyê da digotin 'bi tenê navê me cuda ye, lê armanca me yek e. Serokê herduyan jî Abdullah Ocalan e".
- "Perwerdeya çekên giran ji hêla Amerîkayê ya dihat dayîn"
H.M. got piştî vê perwerdeyê ew birine kampeke din û wiha axivî: "Dema ez li Şiyokê bûm eskerên Amerîkayê 15 roj perwerdeya keleşan, bixî, roketavêjan dane me. Eskerên Amerîkayê dema perwerde diqedandin keleşên nexebitandî belav dikirin. Di dema perwerdeya min da em 150 kes bûn. Paşê wek komên ji 30 kesan pêk tên hatin veqetandin. Her komekê ra 2 bîxî, 2 roketavêj, 30 keleş, muhimatên van û pîkapek hatin belavkirin. Yên Amerîkî 5 kes bûn û li gel wan jî 15 YPGyî hebûn. Me li devê Çemê Feratê li hemberî Cerablusê nobet digirt. Dema balafirên ji bo kifşê dihatin digotin guleyan berdin. YPGyî xwedî dronan bûn û ji bo ku teseliya me bikin diçûn û dihatin. Dema dronên xwe bidana firê agahî ji me ra dişandin."
H.M. got dema wî rûyê qirêj ê rêxistinê dîtiye ji rêxistinê reviyaye, lê ji hêla hêzên ewlehiyê va hatiye binçavkirin û ew ji ber beşdariya rêxistinê poşman e.