Fatih Gazioğlu
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 11 Tebax 2017
HEWLÊR
Ajansa Kordinasyona Hevkariyê a Tirkan (TÎKA) ji bo astengdarên li Hewlêra herêma Kurdistanê 156 sandaliyên biteker, dardeste û hin melzemeyên din belav kirin.
Der barê arîkariyê Şêwirmendê Serokê TÎKAyê Kamîl Kolabaş daxuyaniyek da û got ew ji ber vê arîkariyê gelekî kêfxweş in. Kolabaş behsa xebatên xwe yên dervayî welat kir û wiha got:
"Em arîkariyên xwe li gor dîn, ziman û mezheban nakin. Li kî derê mezlûmek hebe em diçin wê derê hinî ji destê me tê em arîkar dibin."
Balyozê Tirkyeyê yê HewlÊrê Mehmet Akî Înam jî got ku ji ber vê arîkariyê ew spasiya TÎKAyê dikin û arîkariyeke gelekî bi qîmet e.
Ji bilî şêwirmendê Serokê TÎKAyê Kamîl Kolabaş û Balyozê Tirkiyeyê yê HewlÊrê Mehmet Akîf Înam, Arîkarê Waliyê Hewlêrê Tahir Ebdullah û Serokê Komaleya Astengdarên Hewlêrê Mesûd Enwer jî beşdarî merasima arîkariyê bûn.