Şaredariya Îdirê bi sedema ku gelê kurd ên ku li bajêr dijîn bi rihetî ji xizmetên şaredariyê sûd werbigrin tabelayên kurdî û tirkî daliqandin.
Di çarçoveya xebatên Şaredariya Îdirê de tabelayên avahiyên xizmetê yên şaredariyê hatin guhertin û tabelayên kurdî û tirkî hatin daliqandin. Mebesta vê yekê ew e ku gel rihetir ji xizmetên şaredariyê sûdê werbigirin.
Hevserokê Şaredariya Îdirê Murat Yîkît daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew di xizmetên herêmî de giringiyê didin pirzimaniyê.
Yîkît destnîşan kir ku li Tirkiyeyê zimanek an jî miletek tuneye û wiha pê de çû: "Li vî welatî gelek milet dijîn û gelek çand hene. Dema ku em xizmetê dikin, divê em ne tenê bi zimanekî xizmetê bikin, divê em li gor her kesê ku li vî bajarî dijîn hereket bikin."
Yîkît got ku wan di çarçoveya şaredariya pirzimanî de tabelayên bi kurdî û tirkî li hemû yekeyên şaredariyê ve kirin.
Yîkît diyar kir ku gelê vî bajarî wê bi vî rengî zêdetir hevdu nas bikin û ji hevdu hez bikin û wiha dewam kir: "Gelê me wê di vê mijarê de piştgiriyê bide me, baweriya me bi vê yekê heye. Ji ber ku di hemû qadên jiyanê de armanca me pirzimanî ye, ez bawer dikim ku encamên baş wê ji vê xizmeta me derbikevin."
Hevseroka Şaredariya Îdirê Şaziye Onder jî got ku bi vê xebat û guhertinê ve mirovên netewcuda wê zêdetir hevdu nas bikin û ji hevdu hez bikin.
Onderê got ku li bajêr gelek mirovên netewcuda dijîn û wiha pê de çû: "Heta niha dihat bawerkirin ku li Îdirê tenê miletek heye, lêbelê me bi vê xizmeta xwe ve jiyana pirzimanî derxist holê. Ji bo ku ev tabela bên daliqandin gelek têkoşîn hatin dayîn. Dema ku gelê me encamên têkoşînan dibîne pir kêfxweş dibe. Lewra ev encam gel jî dide nîşan. Êdî her kes bi zimanê xwe diaxive û bi zimanê xwe xizmetê distîne. Ev xizmetên me dibe sedema hevnasîn û jihevheskirina gelan."