ERBÎL
Birêvabiriya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) ji bo hilberîna vejenê bi saziya şirîk ya Tirk û Îngilizan Vejena Giştî û bi DNOya saziya Norveçê re peymaneke nû îmze kir.
Serokwezîrê HKIF Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Petrol û Xazê yê HKIF Aştî Hewramî û nûnerên Vejena Giştî û DNOyê beşdarî merasima îmzekirina peymanê bûn.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di merasimê de axivî û bal kişand ku peyman ji bo hikûmeta wan gelekî girîng e. Barzanî got ku petrola Iraqê berê ji bo xerakirin û dabeşiya welêt hat bikaranîn. Çekên ku di êrîşa kîmyewî, qirkirina Enfalê û di hilweşandina 4 hezar û 500 gundî de hat bikaranîn, bi dahata ku ji firotina petrolê hat bidestxistin, hatibûn sitandin. Ji ber vê yekê em ê vê polîtîqayê biguherînin û petrol û xaza xwe ji bo amadekirina dahatûyeke ronak bi kar bînin.
Barzanî got ku "Em heya van rojan bi hêsanî nehatin, gava me di 2004an de dest pê kir kesî jê bawer nedikir ku em ê bên vê astê. Kurdistan ji 3 merhelayên girîng re borî. Ya ewil ew bû ku em mafên Kurdistanê di destûra Iraqê de diyar bikin. Me di merhaleya duyem de ji bo ewlehiya saziyên ku tên herêma Kurdistanê madeyek xist destûrê. Me di van karan de gelek zehmetî kişandin."
- Hikûmeta Bexdayê xwest ku astengiyan ji me re derxîne
Barzanî got ku hikûmeta Bexdayê xwest ji wan re astengiyan derxîne û armanca hikûmeta Iraqê ne çareserkirina pirsgirêkan e, berevajiyê vê yekê dixwest pirsgirêkan derxe û me kontol bike. Her roj ceyrana me birîn û xwestin ku me têxin bin kontrola xwe, ev daxwaza kontorolkirinê li gor destûrê rast nîne. Destûra Iraqê van mafana didin me û em jî li gor rêgez û qanûnan tevdigerin. Saziyên ku tên HKIF ji me bawer dikin ku em di çarçoveya destûrî de dixebitin.
- Xeyala HKIF ya mezin
Barzanî got ku xeyaleke me ya mezin ma ew jî ev e: "Petrol û xaza welatê xwe li ser Tirkiyeyê re bişînin welatên din."
Barzanî wiha pê de çû: "Em ji bo tu welatî gef nînin, em di çarçoveya destûra Iraqê de, bi awayekî qanûnî tevdigerin. Em dixwazin ku di herêma xwe de ji bo kurd, tirk û ereban xizmetê bikin. Çavkaniyên binerd yên Iraqê mîrata neteweyî ya vî welatê ye."
Barzanî got ku Birêvebiriya Herêma Kurdistanê ji bo projeyên xwe bîne cih û bigihêje standartên cihanê hewceyî 30 milyar dolarî ye.