02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
BRUKSEL
NATO tevî bangawaziyên Rûsyayê yên dijber, ji bo ku bibe 29emîn endamê hevpeymaniyê, Montenegro vexwend.
Di roja duyem ya Civîna Wezîrên Derva da, biryar hat dayîn ku digel Montenegroyê ya ku yek ji komarên Yugoslavyaya kevin bû, danûstandinên endambûnê bidin destpêkirin.
Sekreterê Giştî yê Natoyê Jens Stoltenberg got, "Ev biryareke dîrokî ye. Îro hem ji Montenegroyê ra û hem jî ji Balkanên Rojava ra rojek xweş e. Ev biryar destpêka hevpeymaniyeke pir xweş e."
Montenegro piştî danustanên ku muhtemel e bi mehan bajo, ê bibe 29emîn endamê hevpeymaniyê.
Piştî beşdarbûna Arnawutluxê (Elbanya) û Kirwatyayê di sala 2009an da, NATO welatekî din yê Balkanan vexwend û tê zanîn ku Rûsya li dijî vê ye.