Abdullah Tel
02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2015
LEFKOŞA
Wezîrên Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku wî daxwaza hevdîtinê ya hevtayê xwe Mevlut Çavuşoglu red nekir û dibe ku di civîna AGÎTê ya li Belgradê da bên bal hev.
Lavrov li Qibrîsa Başûr a Rûman piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva yê Rûman Yannîs Kasulîdîs ra daxuyanî da. Lavrov der barê balafira Rûsyayê ya ku sînorê hewayê yê Tirkiyeyê îxlal kir û hat daxistin da xeberda. Lavrov destnîşan kir ku piştî vê bûyerê wê têkilî û pêwendiyên herdu dewletan wekî berê nebin.
Lavrov wiha got: "Ez ê nebêjim ku bila Tirkiye ji vir û pê da çi bike. Her kes rewşê baş fehm dike."
Lavrov destnîşan kir ku piştî bûyerê li ser têlefonê bi Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ra xeberdaye.
Lavrov diyar kir ku Çavuşoglu dixwaze li AGÎTê bên bal hev û wiha got: "Em ê li AGÎTê xwe nedin paş û biaxivin."
Civîna Wezîrên AGÎTê li Belgrada paytextê Sirbistanê di 3-4ê kanûnê wê çêbe.