KONYA
Di encama lêgerînan de wesayita rêwiyan ya ji Diyarbekirê diçû Îzmirê de di bîdonê salçeyê de 20 kîlo esrar hat girtin. Mirovê ku bîdon dibirin Îzmirê got: ''Kalekî extiyar ev bîdonana li Diyarbekirê emanetê min kir ku li otogara Îzmirê teslîmî xizmên wî bikim.''
Tîmên polêsan li ser rêya Konyayê wesayita rêwiyan ya ji Diyarbekirê diçû Îzmîrê da sekinandin. Di encama lêgerînê de di 3 bîdonan de 20 kîlo esrar hat girtin. Xwediyê bîdonan Şehmuz Ş. (19) binçav kirin. Lêpirsîna der barê bûyerê de didome.