03 Adar 2017•Rojanekirin: 04 Adar 2017
BALIKESÎR
Fikrî Işikê Wezîrê Parastina Neteweyî: "Vê gavê ji bo Tirkiyeyê mijara sereke Minbic e. Di serî da DYA em dixwazin hêzên koalîsyonê sozên dane Tirkiyeyê bi cî bînin. Em dixwazin hêzên PKK-PYDyê yên li rojavayê Feratê ji wir, yanê ji Minbicê vekişin. Ev soza DYAyê ye daye Tirkiyeyê. Em dixwazin di demeke kurt da ev bi cî were."
Işikê çû serdana Walîtiya Balikesirê li ser pirsa "Li Minbicê hin geşedan hene, hûn der barê vê da çi dibêjin?" destnîşan kir piştî paqijkirina Babê ji DEAŞê vê gavê ji bo Tirkiyeyê mijara sereke Minbic e.
Işık destnîşan kir li herêmê hin geşedanên girîng diqewimin û wiha xeberda: "Pêşiyê DEAŞê hin herêman ji rejimê ra hişt. Niha jî PYD û YPG hin ciyan ji rejimê ra dihêle. Ev jî îdiayên me yên PYD û DEAŞ carna bi hev ra hereket dikin, piştrast dike. Yanê em dibînin hin hêzên wekî neyar xuya dikin tên cem hev. Vê gavê ji bo Tirkiyeyê mijara sereke Minbic e. Di serî da DYA em dixwazin hêzên koalîsyonê sozên dane Tirkiyeyê bi cî bînin. Em dixwazin hêzên PKK-PYDyê yên li rojavayê Feratê ji wir, yanê ji Minbicê vekişin. Ev soza DYAyê ye daye Tirkiyeyê. Em dixwazin di demeke kurt da ev bi cî were. Em di vê warî da hemû xebatên xwe berdewam dikin."