03 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
BAB
Ji ber egera berêxwedana operasyona Mertalê Feratê ber bi Minbicê va, PYD/PKKya ku li navçeyê bi cih bûye, planeke nû digel rejima Beşşar Esed kete hewla hevkariyê da û planeke nû dişopîne.
Konseya Leşkerî ya Minbicê ku dezgaha hevcî ya PYD/PKKê ye, duh daxuyandibû ku wê hêzên Esed têkevin Minbicê.
Lê belê di daxuyanê da hatibû îdakirin ku wê hêzên rejimê li rojavayê navçeyê bi cih bibin û digel PYD/PKKê lê pêşiya Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA)yê bendekê ava bikin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî duh piştî nîvro daxuyandibû ku rêxistin wê Minbic û derdora wê radestî artêşa rejimê bike.
Piştî ku ASAyê gundekî nêzîkî Minbicê ji destê PYD/PKKê rizgar kir û Tirkiyeyê jî hişyarî dabû ku heger terorîst jê dernekevin wê berê xwe bidin Minbicê, ev pêşhatên di rojevê da çêbûn.
Ji hêleke dinê va çavkaniyên herêmî ji bo AAyê ragihandin ku ew xala ku hatibû ragihand wê rejim lê bi cih bibe hê tu tevgereke leşkerî lê encam nedaye.
Hêzên rejimê dawiya meha borî bi piştevaniya firên asmanîyên Rûsyayê ber bi rojhilat û başûrê Babê ya ku di destê DEAŞê da ye ketibûn pêşrewiyê da û duşema rabirdû gihîştibûn Minbicê.
Bi vê tevgerê jî di navbera ASAya ku TSK piştevaniya wê dike û DEAŞê bendek hatibû kişandin û temasa herdu aliyan hatibû birîn.
- Hêzên DYAyê ketin tevgerê da
Piştî ragihandina peymana navbera rejim û PYD/PKKê da, beşek ji leşkerên DYAyê yên li nav Minbicê bi wesayitên zirxkirî li bakurê navçeyê hêwirîn.
- Hevkariya PYD/PKKê û rejimê
Di cenga nêvxweyî ya Sûriyeyê da hevkariya di navbera PYD/PKKê û rejima Esed da maweyeke dirêje eşkere ye.
Piştî destpêka şerê Sûriyeyê PYD/PKKê û rejima Esed çend cerekê biçûk ketine pevçûnê da. Hevkariya bi hêz ya di navbera wan da herî zêde li Hesekê ber bi çav dikeve. Rêxistin li Hesekê ya ku destpêka 2012 rejimê radestî wê kiribû di dayîna baca rejimê da berdewam e. Rejim dezgehên hikûmî rêve dibe û asayişê jî bi hevkariya rêxistinê dike. Herwiha qada neftê ya Rumeylanê bi hevkarî diparêzin û rêxistin nefta ku tê derxistin beşeke wê dide rejimê.
Herwiha ev hevkariya di navbera wan da piştî 2015an li Heleb, Efrîn û deverên weke Şêx Meqsûd û Hullukê jî hatibû dîtin.