KAHÎRE
Serokomarê Misrê Muhemmed Mursî, di televizyona dewletê de bangî gelê Misrê kir. Mursî got ku alîgirên rejîma kevin, ji bo ku pergalê xerab bikin û zemînê meşruiyetê ji holê rakin, hêrsa ciwanan ji xwe re dikin lîstik.
Mursî got ku divê meriv berpirsyariyên xwe baş bizanibe û dijberiya şîdet û xwînrijînê bike. Mursî, axaftina xwe wiha domand: "Ev peyama min ji hemû gelê Misrê re ye. Ez li gorî hiquqê tevdigerim û hiquqê diparêzim. Li şoreşa 25ê Çileyê Paşîn xwedî derkevin. Destûrê nedin ku şoreş were dizîn."
Mursî got ku ji bo xwînrijîn biqede dîvê hemû kes xwe dûrî şîdetê bigre û tu kes li hemberî polêsan û artêşê jî dest neavêje şîdetê. Mursî, diyar kir ku alternatîfa rejîma qanûnî tuneye û bi bîr xist ku salek berê bi awayekî demokratîk di hilbijartinan de bi ser ketiye û bûye Serokomarê Misrê. Mursî, da zanîn ku hin kes dixwazin fesadiyê têxin nav welêt û ew dê bi canê xwe li hemberî vê yekê bisekine.
"Her kes dizane ku Mursî nade pey meqam û palkursiyan"
Mursî, destnîşan kir ku ji hêla gel ve hatiya hilbijartin û berpirsyariyên xwe dizane û wiha got: "Her kes dizane ku Mursî nade pey meqam û palkursiyan." Ji hêla din ve jî qebûl kir ku hin xeletiyên wî çebûne û haya wî ji vê yekê heye. Ji bo vê yekê jî guftûgo pêşniyaz kir. Mursî, careke din bal kişand ser meşruiyetê û got: "Werin em bibin yek. Em bi hev re meşruiyetê biparêzin. Ev banga min, ji bo hemû kesî ye.
Mursî, got em dikarin di nava 6 mehan de hilbijartinan çêkin û qanûna derheqê vê yekê de biguherînin. Ji hêla din ve bal kişand ser rejîma kevin û got ku rejîma Mubarek, hatiniya Misrê li 32 malbatan parvedikir lê, ew bixwe li gorî edaleta civakî tevdigerin û ji bo pêşîlêgirtina gendeliyan gelekî hewl dane.
Mursî ji bo muxalefetê riya guftûgoyê nîşan da û got: "Cihê muxalefetê li ser serê me heye. Ji bilî makeqanûne, em tiştekî din qebûl nakin." Mursî, diyar kir ku qet tavîzan nadin û ji ya xwe nayêne xwar. Derbare Serokomariyê de jî got ku heta maweya qanûnî biqede ew ê peywira xwe bidomîne.
Mursî, diyar kir ku banga cîhadê li gel nakin û wiha dewam kir: "Bi xwînrijandinê encex em ê dijminên xwe kêfxweş bikin. Em ê tev sebir bikin. Divê em hemû ji bo welatê xwe bi dijmin re şer bikin, lê bi hev re şer nekin. Di vê navberê de muxalîfan, axaftina Mursî li meydanan zindî temaşe kirin û li Meydana Tehrîrê bangî Mursî kirin ku ew îstifa bike.