İbrahim Atmaca
01 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
USKUP
Di çarçoveya vîzyona sala 100emîn ya Ajansa Anadoluyê (AA) da weşana bi zimanê arnawudî di 1ê cotmeha 2014an da dest pê kir û sê salên xwe kuta kir.
Weşana arnawudî ya AAyê di nav 3 salan da di nav medyaya herêmê da valahiyeke mezin tije kir.
Servîsa Arnawudî ya AAyê li Saraybosnaya paytextê Bosna Hersekê dest bi weşanê kir û pişt ra kişiya Uskupa paytextê Makedonyayê.
Di nav pêvajoyê da Servîsa Arnawudî ya ku navenda wê li Uskupê ye, ji Tirkiye û dinyayê 49 hezar û 368 nûçe, 29 hezar û 856 wêne û 13 hezar û 18 dîmen li Balkanan hat weşandin. Weşana arnawudî di nav demeke kin da li Makedonya, Kosova û Arnavutlukê ket navbera çavkaniyên nûçeyên ên herî girîng.
Medyaya herêmê eleqeyeke mezin dide nîşanî weşana arnawudî ya AAyê.
Ajansa Anadoluyê bi tirkî, îngilizî, erebî, fransî, boşnakî, xirvatî, sirbî, rûsî, kurdî, arnawudî, makedonî û farisî weşanê dike.