Türkan Tosun
01 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
GÎRONÎ
Polês û cendirmeyên Îspanyayê midaxeleyî referanduma serxwebûna Katalonyayê ya dereqanûnî kirin, jê 3 kes giran herî kêm 38 kes birîndar bûn.
Li Katalonyayê polês mudaxeleyî sindoqan dikin. Di navbera alîgirên serxwebûnê û hêzên ewlekariyê yên ku pisûlayên rayan berhev dikin raqeşî car caran dibe pevçûn.
Li gor daxuyaniya Navenda Mudaxeleya Acil a Katalonyayê ya li ser medyaya civakî weşand, heta niha di mudaxeleyan de jê 3 kes giran herî kêm 38 kes birîndar bûn. 9 birîndar rakirin nexweşxaneyê yên din jî li ser piyan hatin dermankirin.
Carles Puîgdemontê Serokê Rêvebiriya Xweser a Katalonyayê piştî mudaxaleya polêsan çû li Saînt Julîa de Ramîsa navçeya Gîroniyê û navenda raydayînê ziyaret kir.
Alîgirên serxwebûnê bi çepikan va Puîgdemont pêşwazî kirin.
Puîgdemont wiha axivî: "Dewleta Îspanyayê asta sînorê şermê ya ku wê her tim dewam bike derbas kir. Bi copan, guleyên plastîk û bi tundî êrîşî gelê Katalonyayê yên ku bi tevgereke aştiyane hatin ray bidin, kir. Referanduma serxwebunê û rayavêtin dewam dike. Dewleta Îspanyayê îro gelek tişt yên ku heta niha winda kiribû zêdetir winda kir. Li Katalonyayê tiştên ku bi dest xistibûn zêdetir îro qezenc kir."
Ji hêla din ve Jordî Turullê Berdevkê Hikûmeta Rêvebiriya Xweser a Katalonyayê jî xwest ku Waliyê Katalonyayê yê Hikûmeta Îspanyayê Enrîc Mîllo îstifa bike.