Önder Beyter
17 Tebax 2020•Rojanekirin: 18 Tebax 2020
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got, "Em dibêjin Lîbya ya Lîbyayiyan e û em piştgiriyê didin hikûmeta meşrû ku ji hêla NYyê tê naskirin. Em ê vê yekê bidomînin û înşelah em ê vê peywira ku sipartine me, bi ser bixin."
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Sererkan Orgeneral Yaşar Guler li Trablusa paytextê Lîbyayê, fealiyetên di çarçoveya Muxtiraya Mitebeqeta Hevkariya Ewlekarî û Eskerî da kontrol dikin.
Piştî kontrola fealiyetên di çarçoveya Muxtiraya Mitebeqeta Hevkariya Ewlekarî û Eskerî da, Akar û Guler tevî personel firavîn xwarin.
Wezîrê Parastinê yê Qeterê Xalid bin Mihemed el-Atiye û Alîkarê Wezîrê Parastina Lîbyayê Selahedîn en-Nemrûş jî beşdarî firavînê bûn.
Wezîr Akar di axaftina xwe ya li vê derê da wiha got, "Em dibêjin Lîbya ya Lîbyayiyan e û em piştgiriyê didin hikûmeta meşrû ku ji hêla NYyê tê naskirin. Em ê vê yekê bidomînin û înşelah em ê vê peywira ku sipartine me, bi ser bixin. Em bawer in ku bi piştgiriya ku em di doza wan a rewa da bidin birayên me yên Lîbyayî va em ê encamên ku tên xwestin bi dest bixin."
Akar di dawiya axaftina xwe da diyar kir ku gelê Tirk bi eskerên Tirkiyeyê yên ku li vê derê wezîfedar in, serbilind e û wiha got, "Ez ji bo we hemûyan peywireke bêqeza, bêbela û serkeftî dixwazim."