15 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
RIYAD
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Adîl el-Cubeyr re hevdîtinek kir.
Li gor nûçeya SPAya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî her du wezîr li Riyadê li Mêvanxaneya Qraliyêtê hatin bal hev.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de meseleyên navneteweyî û pirsgirêkên herêmê hatin axaftin.
Balyozê Enqereyê yê Erebistana Siûdî Ebdulkerîm el-Hîreycî jî beşdarî civînê bû.