MANÎSA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç diyar kir ku der barê mudaxaleya Sûriyê ya leşkerî de li Tirkiyê nîqaş dewam dikin. Ji bo vê meseleyê dê wezîr bicivin û vê meselê li gor berjewendiyên Tirkiyeyê çareser bikin.
Arinç li Mala Mamosteyan a Manîsayê daxuyand ku Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Barac Obama, ji ber ku rejîma Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar anî, piştî daxwaza bikaranîna hêzên leşkerî, li bendê ne ku der heqê pêşnûmayê de civînên Kongreya 9ê îlonê dest pê bikin.
Arinç bi bîr xist ku li Parlamentoya Îngilistanê, der barê mudaxaleyên Sûriyê de ji bo kifşkirina helwestan ray avêtibûn û got: "Der barê mudaxaleya li Sûriyê de li welatên cuda, bûyerên cuda diqewimin û dewam dikin. Tirkiye van geşedanan ji nêz ve dişopîne."
Arinç dest nîşan kir ku Serokê DYAyê Obama û Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron ji bo mudaxalekirina li Sûriyê destûrê dixwazin, ev daxwaz jî parçeyekî demokratîkbûnê ye û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê jî wiha ye. Dibe ku TBMM der barê vê mijarê de destûrê bide an jî nede. Mînakên wiha hene. Yanî bûyereke derasayî tuneye. Li welatên demokratîk, gel û dewlet ji ber bûyerên Sûriyê hestewar in. Sedema hestewarbûnê bikaranîna çekên kîmyewî ne ku li dij zarok û jinan hatine bikaranîn. Li berbajêra Gûtaya Şamê gelek însanên bêguneh mirin. Ev bûyera dermirovahî ji aliyê tu wijdan û welêtan ve nayê qebûlkirin. Ji bo ku rejîma Sûriyê bê cezakirin û careke din sûcekî wiha neyê kirin, dê Sûriye bê cezakirin. Lê ev ceza dê çawa be û biryar çawa bê girtin diyar nîne. Xebatên der barê vê meselê de dewam dikin."
Arinç diyar kir ku dê hikûmetê jî sibê di Civîna Lijneya Wezîran de der barê bûyerê de guftûgoyê bike. Arinç got: "Ez hêvî dikim ku li hember van bûyerên li Sûriyeyê qewimîne mirovahî bê deng nemîne, çi bikeve li ser milê kê, pêk bîne."