Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve John Kerry li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Riyadê bi Prensê Welîehd û Wezîrê Karên Navxweyî yê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Nayîf re hat bal hev.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a SPAyê ya Erebistana Siûdî Mihemed bîn Nayîf û Kerry li ser têkiliyên her du dewletan û geşedanên herêmî û yên navneteweyî axivîn.
Di hevdîtinê de Prensê Welîehd ê Duyemîn û Wezîrê Parastinê Mihemed bîn Selman, Wezîrê Karên Derva Adil el-Cuber, Wezîrê Îstixbaratê Xalid bîn Elî Ebdullah el-Xumeydan, Serokê SererkaniYê Ebdurrahman bîn Salih el-Binyan, alîkara Kerry yê berpirsiyarê Rojhilta Nêzîk Anne Patterson, Alîkarê Şefê Misyonê yê Balyozê Riyadê yê DYAyê Timothy A. Lenderking, Midûrê Ofîsa Kerry Jonathan Finer, Alîkara Îcrayê Lîssa Kîna û Berdevka Wezareta Karên Derva ya DYAyê Marîe Harf hazir bûn.
Kerry do bi Cîbutî rae hatibû bal hev û peyra derbasî Erebistana Siûdî bûbû.