Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavuşoglu bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Anadolu Agencyê û bersiva pirsên der barê mijarên ku di rojevê de ne da.
Çavûşoglu, ji bo alîkariya çekên ku dê ji Iraqê re bên kirin wiha got: "Çekên ku bên şandin divê nekevin destê PKK û rêxistinên terorî yên ku li wê derê ne."
Çavuşoglu bûyerên li Iraqê diqewimin nirxand û diyar kir ku sedemên piraniya bûyeran, rêveberiya mezhebî ya li Iraqê ye û wiha got: "Li Iraqê damezrandina hikûmeta nû li ber avakirinê ye, em jî piştgiriyê didinê. Divê her alî di vê hikûmetê de cih bigrin û em jî li ser vê yekê disekinin. Me li NATOyê jî dît ku her kes dixwaze hikûmeteke ku her aliyî di nav xwe de bihewîne bê damezrandin. Heman tişt ji bo Sûriyeyê jî tê gotin. Heke wisa nebe hûnê her tim bi rêxistinên terorî re têbikoşin, dibe ku ji wan hineka ji holê rabikin lê heta ku ev pêvajo bidome wê rêxistinên nû derkevin holê. Di mijara têkoşîna li dijî DÎŞIyê û bi taybetî alîkariya ku dê ji Iraqê re bê kirin di rojevê de cih girt. Di vê mijarê de me xesasiyeta xwe bi wan re parve kir. Ya ewil ew e ku niha artêşa Iraqê ji sedî 95ê wî mezhebiye. Ji ber vê jî çekên ku dê ji wan re bên şandin ji kê derê re biçe dibe ku neyê kontrolkirin. Alîkariya ku dê bê kirin divê bidin hikûmeta nû ya Irqaqê û li gor wê tevbigerin. Di heman demê de çekên ku bên şandin divê nekevin destê PKK û rêxistinên terorê yên ku li wê derê ne."
Ji Çavûşoglu hat pirsîn "Gelo hûn ji planê Obama çi hêvî dikin?" Wî jî bersiv da û wiha pê de çû: "Obama got ku di mijara têkoşîna li dijî DÎŞIyê de çi bên kirin ez ê bi gelê amerîkayê re xeberdim. Tiştê girîng ew e ku di vê têkoşînê de dê çi bikin. Em wisa texmîn dikin ku ev bi tenê ne têkoşîna bi çek e. Di qada aborî, pêşveçûn, damezrandina hikûmeta nû û gelek mijarên jî wê di nav xwe de bihewîne. Gavên ku em hêvî dikin ev in"
"Divê em piştgiriyê bidin Iraqê"
Çavuşoglu pirsa "Gelo di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de bendewariyên ku ji Tirkiyeyê tên kirin bi tenê di qada mirovahiyê de ye yan di qada leşkeriyê de ye?" jî bersinvand û wiha got: "Di mijara gefên ku li herêmê diqewimin de em bi taybetî mutefîkên xwe re tevdigerin û çi ji me bê em ê bikin. Cudahiya me ew e ku em bi rastiyên herêmê baş zanin û sedeman jî baş zanin û me van agahiyan bi mutefîkên xwe re jî parve kir. Lê niha ji me re nehat gotin ku em di filan meseleyê de û yan jî di filan mijarê de ji Tirkiyeyê alîkarî dixwazin. Lê em wek prensîbekê ji bo xwîn û hêstirên ku li herêma me diherikin bidin sekinandin çi ji me bê em ê bikin."
Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk jî nûçeya ku der heqê kesên ji hin welatan ji bo şer diçin bibîrxist û wiha got: "Dibêjin ku ji Ewrûpayê hin milîtan tên û ji balafirgehên Tirkiyeyê diçin Iraqê û qala wan tê kirin. Welatên Ewropayê pêşî li derketina wan nagirin û vê yeke di medyayê de wek pirsgirêkeke bi tenê li Tirkiyeyêye nîşan didin."
Çavuşoglû ji bo vê yekê jî 49 welatiyên Tirkiyeyê yên ku li Mûsilê hatin revandin mînak nîşan da û hêvî kir ku di demeke kurt de der heqê wan de xeberên xweş bên.