TAHRAN
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esed re hevdîtin kir.
Li gor nûçeya ajansa fermî IRNAya Îranê Zarîf, di çarçoveya tûra herêmî de li Libnan, Iraq û Urdunê hevdîtin kir û piştî hevdîtinan vê sibehê hat Şama paytextê Sûriyeyê û li vir bi Esed re hevdîtin kir.
Civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Hat diyarkirin ku di civînê de li ser mijarên herêmî û berî Konferansa Cenewre-2yê geşedanên herî dawîn yên li Sûriyeyê, nirxandin.
Zarîf herwiha di çarçoveya geşedanên Şamê de dê bi Serokwezîrê Sûriyeyê Waîl el-Xalkî û Wezîrê Karên Derve Welîd el-Muellîm re jî hevdîtinê bike.
Hat îfadekirin ku Cewad Zarîf piştî hevdîtinên Sûriyeyê dê îşev biçe Rûsyayê û bi Serokê Dewletê Vladîmîr Pûtîn û hevpîşeyê xwe Sergey Lavrov re hevdîtinê bike.