Nihat Kavşut
27 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
MADRÎD
Marîa del Mar Crespoya dadgera mehkemeya li Madrîda paytextê Îspanyayê ji ber doza Marîa Pîlar Abel Martînezê vekir û îdia dike keça Salvador Daliyê (1904-1989) resamê surrealît e biryar da ji bo tesbitkirina DNAyê mezelê hunermendê ji Îspanyayê bê vekirin.
Hat destnîşankirin ku wê mezelê Dalî yê li Muze-Şano ya Dalî ya li Fîguerasa li bakurê Barcelonayê ye bê kirin û li ser hestî û berateyên cinazeyê wî li Enstîtuya Toksîkolojiyê testa DNAyê bê kirin.
Pîlar Abela îdia dike keça Dalî ye ji bo heqê mîrateyê di nîsana 2015an da dijî Wezareta Rêvebirina Kamu û Maliyeyê ya Îspanyayê û Weqfa Dalî serî li dadgeha 11emîn xistibû.
Abela di sala 1956an da li Fîguerasê çêbûye îdia dike diya wê û resamê katalan di sala 1955an demekê bi hev ra mane û diya wê car caran gotiye bavê te Dalî ye.
Tê gotin heger Abel îsbat bike Dalî bavê wê ye ji sedî 25ê mîrateya Dalî heq dike û ev jî qederê 300 milyon ewro ye.