Fatih Gazioğlu
27 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
BOGOTA
Li Guatapeya bajarê Kolombiyayê de duh keştiyek binav bûbû. Di qezayê de jimara miriyan derket 7an.
Li gor daxuyaniya ku ji Yekîtiya Rêveberiya Rîsk û Afeta Neteweyî hat dayîn di qezaya ku duh çêbûbû de jimara miriyan derket 7 kesan û lêgerîna ji bo 2 kesên ku berze bûbûn jî hê dewam dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin di keştiyê de 167 kes hebûn û cinazeyê 5 kesan jî dane malbatên wan.