Bekir Aydoğan,Hemin Othman Mohammed,Emrah Akbulak
22 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2024
Muhammed Emin Kadirê 84 salî ku niştecihê Silêmaniya bajarê Iraqê ye, herçiqas kal bûbe jî 70 sal in pîşeya xwe ya wênegiriyê ku xeyala wî ya zarokatiyê bû, didomîne.
Kadirê ku emrê xwe bi wênegiriyê ra derbas kiriye, di zarokatiya xwe da bi rênîşandana birayên xwe dest bi wênegiriyê kir.
Li dikana Kadir makîneyên wênegiriyê û kamerayên kevin hene ku bi van amûran va raboriya wênegiriyê ronî dike. Kadir him bi salan e wênegiriyê dike him jî nêzî 100 kesî perwerde kiriye.
-Di zaroktiya xwe da dest bi wênegiriyê kir
Muhammed Emin Kadir ji nûçegihanê AAyê ra ragihand ku di zaroktiyê da birayên wî yên mezin wî hînê wênegiriyê kirine.
Kadir got ku birayê wî mezin Şeyh Mustafa Şeyh Said wênegirê herî kevin ê Silêmaniyê ye û li ber destê wî hînê kar bûye û wiha dewam kir: "Wextê min dest bi vî karî kir ji bilî navendên bajêran li cihekî dikanên wênekêşiyê tunebûn."
Kadir got ku di salên 1950yî da dest bi kar kiriye û wan salan herî zêde ji bo nasname û hin karên din wêne pêwîst bûn.
-100 kesî perwerde kir
Kadir got ku ew yekem wênegirê nahiyeya Çartayê ya Silêmaniyê ye wiha dewam kir:
"Wê demê ji kameraya me bikardianî ra Şemsî dihat gotin. Bi salan min pê kar kir. Min 100 kesî perwerde kir, wan hînê wênegiriyê kir."