XAZE
Leşkerên Xamasê yên bi nave Îzzedîn el-Qassam daxuyandin ku wan leşkerekî Îsraîlê êsîr girtin.
Berdevkê Tûgaya Îzzedîn el-Qassamê Ebû Ubeyde di vîdeoya ku hat weşandin de wiha got:“Tûgaya el-Qassamê li Xazeyê di pevçûnê de leşkerekî bi numareya 60962065 û bi nave Şaol Aron êsîr girtin.”
Piştî daxuyaniya Ebû Ubeyde li Xazeyê gel şahî kir.
Îsraîlê der bare vê bûyerê de tu daxuyaniyek neda.
Ji roja pêncşemê vir ve di operasyonên bejahiyê ya ku Îsraîlê da destpêkirin de 18 leşkerên Îsraîlê mirin.