Ömer Koparan,Mehmet Burak Karacaoğlu
01 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2021
Li Sûriyeyê tengaya 280 hezar xwendekarên li herêmên herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê perwerdeyê dibînin karnameyên xwe sitandin.
Xwendekarên dibistana seretayî, navîn û lîseyê yên li gund û bajarokên Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablusê serdema perwerdeyê ya 2020-2021ê temam kirin.
Kêm û zêde 280 hezar xwendekarên li herêmên herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê perwerdeyê dibînin karnameyên xwe ji destê mamosteyan hildan.
Xêncî teqdîrname û teşekurnameyê hin diyarî jî dan xwendekarên serkeftî.
Cemîl Hemadê xwendekarê pola 2yan a Dibistana Seretayî ya Îtihadê ya li Efrînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Min îro karnameya xwe sitand. Bi saya mamosteyên min notên min gelekî baş in. Zehf kêfxweş im. Dixwazim dema mezin bûm bibim doxtor."
Sare Mihemeda 10 salî ya xwendekara pola 4an jî got, "Gelekî kêfxweş im. Notên karnameya min gelekî baş in. Ji ber ku di rêya xeyalên me da li cem me ye ji Tirkiyeyê û Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ra sipas dikim."