Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji ber êrîşa li dijî xeta boriyê ya neftê ya Kerkûk-Yumurtalikê PKKyê şermezar kir.
Berdevkê Polîtburoya YNKyê Îmad Ehmed di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Em teqandina xetê şermezar dikin. Ev çalikiyeke şaş e. Divê li dijî çavkaniya debarê ya gel êrîş neyê kirin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku divê hemû teref berjewendiyên gel bifikirin û wiha hat gotin: "Divê debara gel di nav terefan da nebe mijara reqabetê. Divê her kes li ser menfeetên gel baldar be."
Wek mayîn Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) Mihemed Ehmed jî di daxuyanî da û êrîşa PKKyê şermezar kir û wiha got: "Em ji geşedanên wiha aciz in. Lewra êrîşên wiha zirarê didin aboriya Kurdistanê. Qeyrana aborî heye û êrîşa PKKyê nayê qebûlkirin."