SULEYMANIYE
Partiya Serokomarê Iraqê Celal Talabanî YNKê di hilbijartinan de encameke li gor dilê xwe bi dest nexist.
Di hilbjartinan de YNKê gelek deng winda kirin. L herêmê piştî PDKê YNK dihat û dibû duyem lê vê carê wisa nebû û Partiya Goran bû duyem. Hemû revebirên partiyan li dû hev daxuyanî dan, lê YNKê di 24 saetên ewil de daxuyaniyek neda.
Dema jimartina dengan dest pê kir û rêje hêdî hêdî diyar bûn revebirên YNKê duh êvarê li Silêmaniyê di bin serokatiya Alikarê Sekreterê Giştî yê Partiyê Kosret Resul de li hev civiyan. Di civîna dirêj de revebirên partiyê encamên hilbijartinê nirxandin û daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Daxuyanî li ser malpera fermî ya partiyê PUKê hat weşandin û di daxuyaniyê de hat gotin ku "YNK encamên hilbijartinê wek peyameke cidî dinirxîne."
Di daxuyaniyê de têkçûna hilbijartinê hat qebûlkirin û wiha hat gotin: "Ewil em sipasiya gelê Kurdistanê dikin ku ew bi awayekî serkeftî beşdarî hilbijartinê bûn. Ev hilbijartin dide nîşan ku li Kurdistanê demokrasî pêşketî ye. Divê em li bendê bisekinin ku encama dozan û hilbijartinên fermî diyar bibin. Lê encamên nefermî jî nîşan da ku encam ji bo YNKê ne baş e. YNKê heta niha encameke wiha nedît. Encam wek peyameke cidî hat nirxandin. Em ji heval û dostên xwe re dibêjin ku berpirsyarê vê YNK ye."
"Em dê rêzê nîşanî îradeya gel bidin"
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hin sedemên din jî hene ku encam wiha be û wiha hat gotin: "Revebirên pispor yên partiyê û dostên partiyê dê der barê vê de lêkolîneke kûr û cidî bikin. Ev berpirsyariya wan e. Polîtbûroya YNKê encamên hilbijartinê yên fermî dê wek îradeya gel binirxîne û rêzê nîşan bide."
Ji hêla din Berdevkê Polîtbûroya YNKê Azad Cundiyanî daxuyand ku dê dawiya hefteyê li ser heman mijarê civîneke duyem li dar bixin.