06 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2021
YPG/PKKya rêxistina terorê ya dizîka kete herêma Herekata Kaniya Aştiyê bombeya wekî dafik denîbû ji dûr va teqand û malbata Mehmûd El Şêx ya ji Til Ebyadê bê ewlad hîşt.
YPG/PKKya rêxistina terorê sûcekê din jî li sûcên li dijî sivîlên Sûriyeyê dike zêde kir.
Hedefa êrîşa terorê ya vê carê jî Wasikê 10 salî û Mihemedê 14 salî bû.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, terorîst dizîka ketin herêma Herekata Kaniya Aştiyê 200 mêtre li fêza xeta eniyê di rêya sivîlan bi kar dianîn bombe raxistin.
Dema kamyoneta malbata diçû zeviya xwe derbas dibû terorîstan bombe teqandin û 2 zarok kuştin.
Piştî teqînê ajokarê kamyonetê jî bi destê eskerên Tirkiyeyê yên li herêmê hat xilaskirin.
Nûçegihanê AAyê li ber serê merzelê herdu birayên roja duşemê hatin binaxkirin bi Mehmûd El Şêx ra axivî.
El Şêx diyar kir ku roja duşemê ji bo zeviyê av bide bi malbata xwe ra derkete rê.
El Şêx got bi motorsîkleta xwe va li pey zarên xwe diçû û wiha axivî: "Di navbera me da 100 mêtre hebû. Mayîn teqiya an roket hat avêtin nizanim. Herdu kurên min şehîd bûn. Gunehê van zarên sebî çi bû?"
El Şêx lenet li YPG/PKKya rêxistina terorê anî û wiha pê da çû: "Ne di destê me da sîlah hebû ne jî em diçûn şer. Em li pey nanê xwe ne direvin. Me yê zeviya xwe av bida."
Bavê dilşewitî got, "Di kîjan dînî û mezhebî da kuştina zarokan dinivîsîne." û axaftina xwe wiha domand:
"Her tiştên zarên min tê bira min. Ew parçeyê canê min bûn. Duh bi şev xewa min nehat, agir ket dilê min. Kurê min dixwest motorsîkletê biajo. Min nehîşt. Min got here li kamyonetê siyar bibe."