20 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
AFRÎN/ANKARA
Sivîlên navenda navçeya Efrînê ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji terorîstan hat paqijkirin, qala rûyê rastîn ê YPG/PKKya rêxistina terorê kirin.
Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê di 20ê rêbendanê da da destpêkirin da Efrîn ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat xelaskirin. Sivîlên navenda navçeya Efrînê serpêhatiyên xwe yên dema dagirkeriya rêxistinê ji nûçegihanên AAyê ra parve kirin.
Ebû Mihemedê yek ji wan sivîlan e ku ji navenda navçeyê derneket got ku li navçeyê rewş baş e û wiha dewam kir: "Vê gavê pêdiviya Efrînê bi her tiştî heye. Di serî da pêdivî bi pêbaweriyê heye. Paşê pêdivî bi xwarin û ji bo nexweşan jî bi derman û nexweşxaneyê heye. (YPG/PKK) Li herêmê nexweşxane nehiştin, xerab kirin û çûn."
Ebû Mihemed diyar kir, bi destpêka operasyonê va li navenda navçeyê qerebalixeke mezin çêbû û gelek sivîl li kuçeyan birçî man û wiha dewam kir: "Ez çawa ji we ra bêjim, depoyên PKKê tije xida bûn, lê (kuçe da nîşan) zikê merivan birçî bû. Me ew birin qata bodrûmê û alîkarî da wan. Xwedê bibe alîkarê van merivan."
Ebû Mihemed diyar kir ku terorîst beriya ku ji navenda navçeyê derkevin depo şewitandin û wiha dewam kir: "Ji me ra tiştek nehîştin. Guneh nîne? (YPG/PKK) dema ku ji vê derê derket depoyên xidayê şewitandin û paşê çûn. Xidayên depoyan tenê ji bo xwe veqetandibûn, nedidan sivîlên din. Heke tu ji rêxistinê bûyayî didan te. Na ku tu jê nebî, xida nedidan. Xwedê alîkarê me be."
- "Kurê min ê ku ji rejimê qetiya bi zorê kirin bin sîlahê"
Ji sivîlên navenda navçeya Efrînê Elî Kermo jî got ku di rûyê rêxistina terorê da ew ji zarokên xwe dûr ket.
Kermo wiha axivî: "Ji zarokên min du kes 4-5 sal berê ji sefên rejimê veqetiyabûn. Kurê min ê ku ji rejimê qetiya bi zorê kirin bin sîlahê. Lêbelê kurê min 2 meh şûnda ji wan revî û xwe spart Tirkiyeyê."
Kermo got ku di rûyê rêxistinê da ew 2 sal in zarokên xwe nabîne û wiha dewam kir: "Ez astengdar im, vê derê bi tena serê xwe me. 4-5 sal in ez li vê derê dijîm. Guneh nîne? Ez li vê derê bi tena serê xwe me."
Kermo bal kişand, beriya ku navneda navçeya Efrînê bikeve terorîstan nedihîşt ku sivîl jê derkevin û rêyên derketinê girtin.
- "Ji ber ku me dizanibû bê ka kê wê were vir, me navçe neterikand"
Ji sivîlan Raşîd Elo jî got ku merivên ku li herêmê mane hemû sivîl in û wiha dewam kir: "Em li vê derê man û neçûn. Ji ber ku me dizanibû bê ka kê wê were vir, me navçe neterikand. (Artêşa Azad û Artêşa Tirkiyeyê) Ew jî meriv in em jî. Ji ber ku me tiştek nekir, em nerevîn."
Elî Şêxoyê ku bi malbata xwe va vegeriya navenda Efrînê jî wiha got: "Cihê ku em çûnê, em lê rezîl û ruswa bûn, xwezî em qet ji navenda navçeyê derneketana. Em niha paşve vedigerin."
- Li navçeyê jiyan normal dibe
Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê navenda navçeyê bi dest xist, ber bi navçeyê va koçan jî dest pê kir.
Dîmena navenda navçeyê ji hewa va hat kişandin û hat dîtin ku sivîl bi wesayîtên xwe rehet rehet digerin.
Esnaf jî kargehên xwe cardin vedikin.