09 Îlon 2018•Rojanekirin: 09 Îlon 2018
REQA/ANKARA
YPG/PKKya rêxistina terorê li Reqaya bajarê Sûriyeyê ya ku dagir kiriye ji bo ku dengên li dijî xwe bibire û dagirkeriya xwe xurttir bike, derketina derva qedexe kir.
Li Reqayê ji roja înê vir va derketina derva ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê va hat qedexekirin.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî yên li Reqayê YPG/PKK ji çûyîn û hatina bajarê Reqayê û ji aliyekî Çemê Feratê derbasbûna aliyê din ji sivîlan ra qedexe kiriye.
Rêxistin dixwaze tirs û xof li ser sivîlan çêbibe û ev 3 roj in nahêle ew herin mizgeftan jî.
YPG/PKKya ku bi piştgiriya Amerîkayê di Cotmeha 2017an da Reqa dagir kiribû di nav rojê da tenê 2 saetan destûrê dide sivîlan ku ew herin navenda bajêr, bes hew.
Qedexeya derketina derva wê kingê dawî bibe, derbarê vê mijarê da hê tu agahî nehatiye dayîn.
- YPG/PKKyê di nav 3 rojan da 2 sivîl jî kuştin
YPG/PKK ji bo rê li ber bertekên Ereban bigre û xwepêşan nebin berxwedan tevdîran dibîne.
Rêxistinê di nav 3 rojan da li navenda Reqayê, navçe û gundan avête ser malan, 150 sivîl girtin û 2 sivîl jî kuştin.
Di 16ê Îlonê da hilbijartina herêmî heye.
Çavkaniyan got YPG/PKKyê namzedên Ereb ên ji hêla rejima Beşşar Esed va ji bo hilbijartinê hatine nîşandan jî revandine.
Li navçeya Qamişloyê jî 17 Erebên ji hêla rejima Beşşar Esed ji bo hilbijartinê hatine nîşandan hatibûn girtin.
- Li Reqayê qeyrana mirovî dewam dike
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî yên li Reqayê YPG/PKK li herêmên din jî zor û zexta xwe didomîne.
Rêxistin bi zorê çekan dide destê sivîlan.
Avahiyên ku di pevçûnên navbera DEAŞê da bi dest dixe jî nade xwediyê wan.
Bajêr bi tevahî xirab bûye û avahî hilweşiyane. Sivîl hewl didin bi derfeta xwe avahiyên xwe nû bikin û di nav van şertên xirab da bijîn.