23 Gulan 2019•Rojanekirin: 24 Gulan 2019
YPG/PKKya rêxistina terorê li Reqa û Dêrazora bajarên Sûriyeyê ya ku dagir kiriye ji bo ku çavê Ereban bitirsîne zeviyên wan dişewitîne.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî li bajarên Reqa û Dêrazorê di nav 4 rojan da bi sedan hektar zeviyên Erebên cotkar hatin şewitandin.
Gelê herêmê û aktîvîst ji van şewatên li herêma Bediye, navçeya Şixeyli, bajarokên Hawaîc Zîban, Ebu Hemam, Suweyden û Garîbeyê YPG/PKKyê berpirsyar digrin.
Gel dibêje li van herêmên zêdetir Ereb lê dijîn û dijî rêxistinê xwepêşan tên kirin YPG/PKK bi zanetî zeviyan dişewitîne.
Çavkanî dibêjin bi şewitandina zeviyan YPG/PKK dixwaze li herêmên ku eşîrên Ereban lê xurt in çavê gel bitirsîne.
Bi nîşandana hêza xwe YPG/PKK dixwaze Erebên dijî rêxistinê tevdigerin û naxwazin ber û berhemên xwe bifroşin rêxistinê feqîr bike û ciwanên wan beşdarî refên wan bibin.
- "Rêxistin dixwaze peyameke sergirtî ya gefxwarinê bide cotkaran"
Ebu Mihemedê ku li Şixeyliya navçeya Dêrazorê zeviya wî hat şewitandin ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand: "Ji van şewatan HDS (YPG/PKK) berpirsyar e. Rêxistin dixwaze peyameke sergirtî ya gefxwarinê bide cotkarên naxwazin berên xwe bifroşin HDSyê."