15 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2019
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê, YPG/PKKyiyan 10 jinên endamên DEAŞa rêxistina terorê serbest berdane.
Li gorî nûçeya 2 nûçegihanên rojnameya Le Parisienê di encamên xebata li saheyê çêkiribûn, li kampa ku bi asî 50 kîlometroyan dûrî Reqayê ye, YPG/PKKyiyan 10 jinên Fransî yên endamên DEAŞa rêxistina terorê, tevî 25 zarokên wan, serbest berdane.
Di nûçeyên de cî dan îfadeyên jinên serbestberdayî ku yekê ji wan gotiye, "Kurdan (YPG/PKKyiyan) hema careke ji me re gotin; ji vêderê derkevin. Me tiştek fam nekir. Pişt re hemî çûn û sivîl man.
Yeke din ji wan jinên navborî jî gotiye; "Sivîl nuha li hêviya alîkariyê ne, Fransa me qebûl nake. Kurd (YPG/PKK) dixwazin me radestî rejima Beşşar Esed bikin. Em li hêviya alîkariyê ne."
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku li kampên cuda cuda yên YPG/PKKyiyan bi sedan malbatên Fransî hene.