Önder Beyter
30 Mijdar 2020•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2020
Zanyarê nukleerê Muhsîn Fexrîzade ku li Îranê di êrîşa sûîqesdê da hat kuştin, li paytext Tehranê hat definkirin.
Malbata wî, Wezîrê Parastinê Emîr Xatemî, Wezîrê Rê û Bajarvaniyê Mihemed Îslamî, Serokê Saziya Vejena Atomê Elî Ekber Salihî, Fermandarê Giştî yê Pasdarên Şoreşê Huseyîn Selamî, Fermandarê Hêza Qudsê Îsmaîl Kanî, parlamenter û siyasetmedar beşdarî merasima cinazeyê Fexrîzade ku li Wezareta Parastina Îranê hat lidarxistin, bûn.
Piştî ku nimêja wî hat kirin, cinazeyê Fexrîzade li hewşa Tirbeya Îmamzade Salih a li Tehranê hat definkirin.
Wezîrê Parastinê Xatemî di axaftina xwe ya di merasimê da diyar kir ku ew ê sûîqesdê bêbersiv nehêlin û emrê ku rêberê dînî yê welêt Elî Xamineyî ku Serfermandarê Hêzên Çekdar e bide jî dê emrekî fiîlî be.