HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî Wezîrê Karên Derve yê Komara Çekan Lubomir Zaoralek re hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya ji malpera fermî ya Serokatiya HKIyê hat dayîn Zaoralek di hevdîtinê de got ku welatê min amade ye ku arîkariya çekan û perwerdeyê jî di nav de her cure arîkariyê bide hêzên pêşmergeyan û artêşa Iraqê.
Zaoralek diyar kir ku Komara Çekan di mijara arîkariya ji bo penaberan de çi bikeve ser milên wê dê bike û her wiha da zanîn biryar dan ku nûnertî û ofîsa xwe ya têkiliyê ya Hewlêrê dê bikin qonsolosxane.
Mesûd Barzanî jî diyar kir ji ber ku dê Komara Çekan dê li Hewlêrê qonsolosxane veke kêfxweş in û got ku ev pêngav dê xizmetê xurtkirina têkiliyên di navbera her du welatan de bike.
Barzanî destnîşan kir ku bi rêxistineke ku çek û derfetên du welatan (Iraq û Sûriye) bi dest xistin re şer dikin û wiha axivî:
"Vê rêxistinê artêşeke ku ji terorîstên biyanî pêk tê ava kir. Terorîstên ku ji çar aliyê cîhanê û ji her welatê tevî vê rêxistinê bûn, êrîşê herêma Kurdistanê dikin."
Barzanî spasiya welatên dost ên ku arîkariya wan kirin, kir û got ku pêşmerge welatê xwe diparêzin, penaber û hêmanên etnîk û dînî jî distrînin.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Çekan Lubomir Zaoralek bi Serokomar Fûad Mesûm, Serokwezîr Heyder el-Îbadî, Wezîrê Karên Derve Îbrahîm Ceferî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtin kiribû.