Li Kerkûka bajarê Iraqê şewata piştî ku DÎŞIyê êrîşî xeta neftê ya Şirketa Petrolê ya Bakûr kir derket, hê jî didome.
Li gorî agahiya nûçegihanê AAyê yê li heremê bi dest xist, êrîşên milîtanên DÎŞIyê yên li ser gundên Telelwerd û Mekteb Xalid yên ku li başûrê Kerkûkê ne, hatin sekinandin. Ji hêla din ve şewata xeta neftê ya ku ji Kerkûkê nefta xam dikşîne Rafîneriya Beyciyê hê jî didome.
Ji fermandarên pêşmergeyan yên Kerkûkê Albay Fatîh Mihemed, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku milîtanên DÎŞIyê bi TNTyê xeta neftê teqand. Mihemed ragihand ku şewata xetê hê jî nehatiye tefandin lê asayîşa herêmê bi dest xistine.
Ji hêla din ve di şerê giran ê ku duh êvarê li gundên Telelwerd û Mekteb Xalidê derket de gelek milîtanên DÎŞIyê mirin. Hat dîtin ku DÎŞI miriyên xwe dihêle û ji herêmê direve.